Îran: Li ser Sûriyeyê li gel Tirkiyeyê kêşeya me heye

Îran dibêje em hewl didin kêşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje me bi ti awayî hevkariya PKK nekiriye.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetbîzade derbarê nûçeyên çapemeniya Tirkiyeyê de ku dibêjin Îran li deverê de hevkariya PKK dike ragihand ku ev nûçeyên han dûrin ji rastiyê.

Seîd Xetîbzade ragihand ku Îran ne li Qendîl û Îraqê û ne jî li Sûriyeyê bi ti awayî hevkarî û piştîvaniya PKK nekiriye û nake.

Nav hatî derbarê rewşa Sûriyeyê de jî ragihand ku Îran li ser Sûriyeyê li gel Tirkiyeyê kêşe heye jiber ku siyasetên Tirkiyeyê yên li hember Sûriyeyê siyasetên parçe kirina Sûriyeyê ne.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê eşkere kiriye ku Îran hewl dide bi rêya dîplomatîkî kêşeyên xwe yên li gel Tirkiyeyê çareser bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.