Biden: Hevdîtinê li gel Prens Selman nakim

Biden yekem car diçe Îsraîlê û pişt re biçe Siûdiyeyê jî.
کوردستان TV
100%

Biden di Tîrmehê de serdana Siûdiyeyê dike.

Biryare Serokê Amerîkayê Jeo biden di Tîrmehê de serdana Rojhilata Navîn bike û di çarçoveya serdana han de vê biçe Siûdiyeyê jî.

Derbarê vê serdanê de Serokê Amerîkayê ji çapemeniya welatê xwe re gotiye ku vê serdana Siûdiyeyê bike lê li Siûdiyeyê li gel welîehdê Siûdiye Prens Selman bi ti awayî hevdîtinê pêk nayîne.

Biden diyar kiriye ku helwesta wî ya li hember mijara kuştina Rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşiqcî nehatiye guhertin û jiber vê yekê jî li gel Prens Selman hevdîtinê pêk nayîne.

biryare Biden di serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de serdana Siûdiye û Îsraîlê û çend welatên din yên deverê bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.