Îro li Hewlêrê merasîmek hate organîzekirin.
Îro li Hewlêrê merasîmek bo nasandina çar pirtûkên taybet bi şoreşên Barzanê ku pêk hatibûn ji gelek belgeyên dîrokî yên derbarê şoreşên Barzanê de, hate organîzekirin.
Di merasîmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku mixabin dîroka gelê me ji aliyê neyarên gelê meve hatiye têkbirin û gelek şaştiyên mezin di nivîsandina vê dîrokê de hene.
Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku neyar hertim xwestine ku ev xebata han ya pîroz weke xebateke çend eşîr û aliyan nîşan bidin lê ev belgeyên han rastiyan eşkere dikin û ev yek îsbat dikin ku xebata Barzanê xebateke netewî bûye bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurd.
Her di heman merasîmê de Serok Barzanî diyar kir ku di nava destûra Îraqê de mafên gelê Kurd hatine nasîn û em qebûl nakin ku mafên gelê kurd werin binpêkirin.
Serok Barzanî eşkere kir ku gund û deverê Barzanî yekem car ji aliyê Osmaniyan ve hatiye şewitandin û heta niha 16 caran hatiye şewitandin.
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa niha ya deverê kir û ragihand ku hîn jî rewşa deverê aloz û metirsîdare, gefên terorê hîn jî gelek cidîne û got: Şer bijardeyeke gelek xirabe û ji şer xirabtir jî xwe teslîm kirine lewre em bi ti awayî di ti şert û mercekê de teslîm nabin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin