Hefteya derbasbûyî Rûsye êrîşî ser navenda leşkerî ya Tenefê kiriye.
Rojnameya WSJ li ser zarê çend rayedarên Amerîkî ku nexwestine navê xwe eşkere bikin belav kir ku, hefteya derbasbûyî, balefirên Rûsî êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkî li Sûriyeyê kiriye.
Çavkaniyê belav kiriye ku hefteya derbasbûyî, balefire Rûsî li Sûriyeyê êrîşî navenda leşkerî ya Tenef ya Amerîkî ya li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê kiriye.
Hate zanîn ku ev êrîşa Rûsyeyê weke bersif danek bûye li hember êrîşên hevpeymaniya cîhanî ya li ser hêzên Sûrî.
Derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin