Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

di civînê de behsa rewşa siyasiya Îraqê jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel balyoza nû ya Amerîkayê civiya.

Îro pêncşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Amerîkayê ya li Îraqê Alina L. Romanowski kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Paladino jî têde beşdar bû, Serok Barzanî jiber destbikar bûna vê weke balyoza Amerîkayê li Îraqê pîrozbayî li Alina Romanowski kir û di pîwerdariya xwe ya nû de jî hêviya serkeftinê jê re xwest.

Rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê mijarên civînê bûn û Serok Barzanî li ser wan mijaran nêrîn û ramanên xwe û pêşniyarên xwe yên bo çareser kirina qirîza siyasî ya Îraqê pêşkêş kir.

Her di civînê de balyoza nû ya Amerîkayê jî rixmî nirxandina aramiya li Kurdistanê, ev yek dubare kir ku, welatê vê berdewam dibe li ser piştîvanî kirin û hemahengî kirin li gel hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşde birina têkiliyan di tevahiya waran de.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.