Wezîrê petrolê yê Îranê dibêje pere gehêştiye destê me.
Wezîrê petrolê yê Îranê Cewad Ewcî li ser hesabê xwe yê li twitterê peyamek nivîsandiye û têde behsa qerên Îranê yên li ser Îraqê kiriye.
Wezîrê petrolê yê Îranê Cewad Ewcî nivîsandiye ku hikûmeta Îraqê tevahiya qerên xwe yên jiber gaza xwezayî yên ku li ser kom bibûn, daye Îranê û pere gehêştiye destê me.
Nav hatî eşkere kiriye ku Îraq 1 miliyar û 6 miliyon dolar ji aliyê Îraqê ve radestî Îranê hatiye kirin.
Weke tê zanîn beriya çend mehan Îran jiber wan qeran gaza xwezayî li ser Îraqê qut kiribû û jiber vê yekê jî Îraq rastî kêşeyên curbicur di warê enerjiyê de hatibû û niha Îraq dixwaze bi rêya hawirde kirina elektirîkê ji Siûdiyeyê, xwe ji mihtac bûna Îranê rizgar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin