Balyozê Amerîkayê dibêje armanca sereke têkiliyên navbera Îsraîl û Siûdiyeyê ye.
Biryare Serokê Amerîkayê Jeo Biden meha pêşiya me serdana Rojhilata Navîn bike û di çarçoveya serdana han de biçe Siûdiyeyê jî.
Di vê derbarê de balyozê Amerîkayê yê li Orşelîmê Thomas R. Nides ragihand ku armanca serdana sereke ya Biden bo Siûdiyeyê ji bilî têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê, têkiliyên navbera Îsraîl û Siûdiyeyê ye û Amerîka dixwaze têkiliyên navbera wan du welatan di çarçoveya steratejiya ewlekariya herêmê deye.
Balyozê Amerîkayê herwiha eşkere kiriye ku Biden daxwazê ji aliyê Siûdî dike daku têkiliyên xwe yên di her warî de li gel Îsraîlê bihêztir bikin û daku bikaribin eniyeke hevbeş ya bo rûbirû bûna metirsiyiên Îranê ava bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin