Gotiye rewşa niha weke rewşa beriya şoreşê ye.
Rojnameyeke farsî ziman ya bi navê Keyhan raportek derbarê rewşa Îranê de belav kiriye û nivîsandiye Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî ji rewşa niha ya Îranê û xwepîşandanên heyî gelek ditirse.
Di beşeke din ya vê babetê de hatiye diyarkirin ku Xamneyî ji vê ditirse ku xwepîşandanên heyî yên li Îranê gelek metirsîdarin û eger heye hin alî jî piştîvaniya xwepîşanderan bikin û ev xwepîşandanên han bibin xwepîşandanên dijî rejîmê.
Keyhana Lendonê herwiha belav kiriye ku Xamneyî eşkere kiriye ku rewşa niha ya Îranê weke rewşa Îranê ya beriya şoreşê ye û xelk çawe vê demê daxwaza hatina Xumeynî dikir, niha jî daxwaza vegerandina serdema şah dike û ev yek jî bûye metirsiyeke mezin bo ser rejîma Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin