Amerîka: Ev ne kêşeya me ye

dibêje Amerîka piştîvaniya her hikûmetekê dike ku berevanî ji serweriya Îraqê bike.
کوردستان TV
100%

Amerîka helwesta xwe derbarê îstîfaya firakisyona Sedir de diyar kir.

Kanala Hure ya Îraqî eşkere kir ku, rayedarekî wezareta derve ya Amerîkayê helwesta welatê xwe ya li hember îstîfaya firakisyona Sedir ji parlementoya Îraqê eşkere kiriye.

Ev rayedarê han ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye ku ev îstîfaya han ne kêşeya Amerîkayê ye û ti elaqeyeke xwe bi Amerîkayê re tuneye lê Amerîka piştîvaniya her hikûmetekê dike ku berevanî ji serwerî û hakimiyeta Îraqê bike û xizmeta welatiyên Îraqê bike.

Weke tê zanîn beriya du rojan bi fermana Serokê tevgera Sedir, parlementerên vê tevgerê ji parlementoya Îraqê îstîfa kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.