Di Tîrmehê de serdana wan du welatan dike.
Li gor çapemeniya Amerîkayê, Serokê vê welatî Jeo Biden biryar daye daku di Tîrmehê de serdana Siûdiye û Îsraîlê bike.
Biden vê di çarçoveya serdana xwe de bo Siûdiyeyê behsa têkiliyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê, pêşde birina liv û tevgerên bazirganî di navbera Amerîka û Siûdiyeyê de bike.
Biden ku tê payîn di roja 14ê Tîrmehê de bigehêje Îsraîlê vê li gel rayedarên vê welatî jî behsa metirsiyên Îranê û tedbîrên ku lazime li hember Îranê werin stendin bike.
Çapemeniya Amerîkayê herwiha eşkere kiriye ku yek ji mijarên ku Biden li gel rayedarên Siûdî û Îsraîlî li ser nîqaş bike rûbirû bûna Îran û metirsiyên Îranê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin