Duhê bişev Parlementerên ser bi tevgera Sedir jî îstîfaya xwe pêşkêş kirin.
Duhê bişev Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir peyamek bo raya giştî ya Îraqê belav kir û têde ragihand ku bo parastina berejwendiyên Îraq û Îraqiyan, tevahiya parlementerên tevgera Sedir dev ji kar vedikêşin.
Piştî biryara Sedir, Parlementerên vê tevgerê dev jikar berdana xwe bi awayeke fermî radestî Serokatiya parlementoya Îraqê kirin.
Îro jî Berbijêrê tevgera Sedir bo postê Serokwezîriya Îraqê Mihemed Cefer Sedir bi fermî îstîfaya xwe pêşkêş kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin