Li du welatên Kendavê ev sîstem hatine bicîhkirin.
Li gor nûçeyeke kanala 12 ya Îsraîlê, hikûmeta vê welatî li hember êrîşên muhtemel yên Îranê tedbîrên xwe destine.
Ev kanala Îsraîlî diyar kiriye ku hikûmeta Îsraîlê bo parastina xwe li hember êrîşên mûşekî yên Îranê, sîstemeke nû ya agehdar kirina pêşwext li Behreyin û Îmaratê bicîh kiriye.
Ev sîstema han dikare, dema Îran dest bi avêtina mûşekan bike, bi awayeke pêşwext zaniyarî bide aliyên têkildar yên Îsraîlê û herwiha ev sîstem bo xwe jî dikare ku êrîşî ser mûşekên Îranî bike û wan pûç bike.
Ev di demekê deye ku beriya niha jî kongrêsa Amerîkayê daxwaz kiribû daku Îsraîl û welatên Erebî li hember êrîşên Îranê sîstemeke berevanî ya hevbeş ava bikin.
Weke tê zanîn Îsraîl ragihandibû ku meha Gulanê jî li ser esmanê Îraqê kariye çend dronên Îranî ku xwestibûn êrîşî ser Îsraîlê bikin ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Îsraîlê ve hatibûn xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin