Li bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê hatine îdamkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku duhê çarşem, bi biryara dadgeha rejîma Îranê, li bajarê Îlamê 3 welatiyên Kurd ku beriya niha bi hinceta kuştina keseke din hatibûn girtin, hatine îdamkirin.
Li gor nûçeya Hengawê, navê îdam kiriyan ewin; Kemal Beyanî Rad, Xesro Tarik û Sitar Erxende.
Sitar Erxende birya 18 salan hatibû girtin û du sal beriya niha hatibû azadkirin lê dîsa hatibû girtin.
Ji aliyeke din ve navenda mafên mirovan ya Îranê diyar kiriye ku di nava 5 mehên ewil yên sala 2022an de li Îranê bi giştî 168 kes hatine îdamkirin ku ji sedî 25ê wan welatiyên Belûçin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin