Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker avahiyek li taxa Meyselon a Qamişlo bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker avahiyek li nêzî Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Meyselon a rojhilatê Qamişlo bomberan kir.
Di encama bombebaranê de zirarên madî li derdora avahiyê de çêbûn, lê agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.
Ji aliyeke din ve Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, artêş Tirk a dagirker mizgefta gundê Cat ê bakurê rojhilatê Minbicê tobparan kir, di encamê de ziyan çêbûn.
Ji anhayê hatiye wergirtin
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin