Civata dadweran biryarnameyek dijî Îranê pejrand

dibêje Îran bi ti awayî hevkarî li gel ajansa etomî nekiriye.
کوردستان TV
100%

Ev biryarnameya han bi piraniya dengan hatiye pejrandin.

Duhê bişev civata dadweran ya ser bi ajansa etomiya cîhanê, li dijî Îranê bi piraniya dengan biryarnameyek pejrand.

Li gor biryarnameya han, Îran tawanbare ku hevkariya nunerên ajansa etomiya cîhanê nekiriye û bersifa pirsên nunerên ajansê nedaye.

Di civîna civata dadweran de 30 welat deng bi biryarnameya han dane, tenê Çîn û Rûsye li dijî biryarnameya deng dane.

Di biryarnameyê de gazind ji Îranê hatine kirin û hatiye nivîsandin ku heta niha Îran amade nebûye hevkariya ajansê bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.