Dibêje gefên Tirkiyeyê bûye sedema zêde bûna pevçûnan.
Tîma çavdêrî kirina agirbestê ya Rûsî ya li Îdlibê ragihand ku piştî gefên Tirkiyeyê yên bo destpê kirina operasiyoneke din li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa Îdlib û herêmê aloz bûye.
Li gor daxuyaniya tîma han, piştî gefên Tirkiyeyê, liv û tevgerên terorîstî yên komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li Îdlibê zêdetir bûne û herwiha şer û pevçûnên navbera komên cîhadî jî li deverê de zêde bûne.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku piştî gefên Tirkiyeyê bo destpê kirina operasiyonê, Sûriye û Rûsye hêzên zêdetir şandine deverên sînorî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin