Dibêje du komên terorîstî li Tehranê navendên wan hene.
Wezareta navxwe ya Behreyinê ragihandiye ku her du komên terorîstî yên Seraya Eşter û Seraya Moxtar yaku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanî kirin û navendên wan yên sereke li Tehranê ne, li Behreyinê kiriyarên terorîstî dikin û ewlekariya Behreyinê dixin nava metirsiyan.
Di daxuyaniya wezareta navxwe ya Behreyinê de hatiye diyarkirin ku ev her du komên han yên terorîstî ji aliyê Îranê ve têne piştîvanî kirin û bi fermana Îranê li Behreyinê kiriyarên terorîstî pêk tînin.
Heta niha Îran li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin