Pisporeke dronan ya spaha pasdaran hate kuştin.
Çapemeniya Îranê ragihand ku duhê direngiya şevê pisporekî warê balefirên bêpîlot yê spaha Pasdaran ya Îranê li bajarê Yezdê hatiye kuştin.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku pisporê dronan yê spaha Pasdaran bi navê Eyûb Întîzarî duhê bi awayeke gomanbar li bajarê Yezdê hatiye kuştin.
Hin pisporên karûbarên Îranê behsa vê yekê dikin ku ev kuştinên berdewam yên rayedar û Fermandarên spaha Pasdaran ya Îranê pilaneke li dijî spaha Pasdaran û tê payîn ku ev plana dezgeha îstîxbarata Îsraîlê be li dijî spaha Pasdaran.
Hin kesên nêzî Eyûb Întîzarî jî diyar kirine ku nav hatî ku doktorê dron û teknolojiya berevanî ya spahê Pasdaran bûye ji aliyê hevalekî xwe ve hatiye dawetkirin û piştî nav xwarinê nexweş ketiye û heta gehandine nexweşxaneyê, nav hatî miriye.
Ev di demekê de ye ku duhê li Îsfehanê jî pisporeke din yê etomî yê Îranê jî hatiye kuştin.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî Fermandareke mezin yê spaha Pasdaran hatibû kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin