Li Besreyê dest bi ser gilaydereke tîje ji madeyên hişber hate girtin

ajokarê gilayderê reviyaye welateke cîranê Îraqê.
کوردستان TV
100%

Têde zêdetir ji 1 miliyon hebên hişber hebûne.

Dezgeha îstîxbarata Îraqê ragihand ku duhê li bajarê Besreyê hêzên wan karîne dest deynin ser gilayderek ku ji Îranê hatiye Besreyê.

Li gor daxuyaniya îstîxbarata Îraqê, di nava gilaydera han de 1 miliyon hebên hişber hebûne û hêzên wan karîne dest li ser gilayder û hebên han deynin.

Kesê ku gilayder firandiye, li navçeyeke sînorî ya Îraqê gilayder daniye erdê û xwe jî bo ku ji aliyê polîs ve neyê girtin, reviyaye derveya Îraqê.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.