Di mehekê de 22 kolber bûne qurbanî

çekdarên rejîmê 18 caran raste rast êrîşî ser kolberan kirine.
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşên hêzên rejîma Îranê de bûne qurbanî.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, tenê di mehekê de jiber êrîşên raste rast yên hêzên çekdar yên Îranê bo ser Kolberên Kurd bi giştî 22 kolberên Kurd bûne qurbanî.

Navenda Hengawê diyar kir ku, hêzên rejîmê 18 caran raste rast êrîşî ser kolberan kirine û di encam de kolberek canê xwe ji dest daye û 17 kolber jî birîndar bûne.

Jiber du bûyerên xwezayî jî 2 kolber birîndar bûne û jiber eşkence kirina çekdarên rejîmê li kolberan du kolber jî birîndar bûne.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.