Dibêje operasiyon dibe sedema têkçûna rewşa deverê.
Piştî ku Peyvdarê Serokkomariya Tirkiyeyê û Şêwirmendê civata ewlekariya Amerîka bi rêya telefûnê li ser rewşa Sûriyeyê axefî bûn, çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku, qaşo Tirkiye ji Amerîkayê re gotiye ku vê li ser operasiyona xwe ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biîsrar be, lê pişt re koşka spî daxuyaniyek beruvajî da û ragihand ku di peywendiya telefûnî de tekez li ser parastina xetên agirbesta niha hatiye kirin û hatiye gotin ku liv û tevgerên leşkerî dibin sedema têkdana rewşa ewlekarî ya deverê.
Ji aliyeke din ve wezareta derve ya Amerîkayê jî diyar kiriye ku Amerîka daxwaz ji aliyan dike rewşa aram ya niha ya li deverê biparêzin û xwe ji liv û tevgerên leşkerî bidûr bigirin jiber ku liv û tevgerên leşkerî dibin sedema têkçûna rewşa deverê.
Wezareta derve ya Amerîkayê herwiha eşkere kiriye ku ev bi tundî li dijî her cure liv û tevgereke leşkerîne ku bibe sedema têkçûna rewşa heyî ya li Bakûrê Sûriyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin