Hikûmet dest bi çê kirina xaniyan bo kêm dahatan kir

ev xaniyên han bi teqsîtên demdirêj li ser kêm dahatan tên dabeşkirin.
کوردستان TV
100%


Serokwezîr gerînendetiya civîneke taybet bi çê kirina wan xaniyan kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gerînendetiya civîneke taybet bi çê kirina xaniyan bo kirêcî û kêm dahatan kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro sêşem 31ê Gulanê me gerînendetiya civîneke taybet bi venêrîn kirin û rêkarên cîhbicîh kirin û çê kirina 20 hezar yekeyên nîştecîhbûnê kir ku, me biryar dabû bo kesên kirêcî û kêmdahat li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên herêma Kurdistanê de bi hevkariya kerta taybet werin avakirin.

Di civînê de ku wezîrên têkildar jî têde beşdar bûn, aliyên têkildar hatin pîwerdarkirin daku di demeke zû de dest bi rêkarên çê kirina ev xaniyên han bikin ku biryare bi nirxeke kêm û teqsîtên demdirêj û kiwalitiyeke baş werin amadekirin.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê xelas kirina ev 9 hezar xaniyan kir ku, çend sale dest bi çê kirina wan hatiye kirin lê heta niha nehatine xelaskirin. Me herwiha aliyên têkildar pîwerdar kir daku di demeke nêz de rêkarên xelas kirina wan xaniyan jî cîhbicîh bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.