Duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê cenazeyê jineke serjêkirî dît, ku tê texmînkirin iraqî ye. Bi vê yekê, ji destpêka îsal ve û heta niha li kampê 18 kes hatine kuştin.
Nûçegihanê me ji Kampa Holê ya kantona Hesekê ragihand ku duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li koorîdora di navbera beşên duyemîn û sêyemîn ên kampê yên taybet bi penanberên Iraqê, cenazeyê jineke serjêkirî dîtiye.
Li gorî rêveberiya kampê, nasnameya jina hatî serjêkirin nehat zanîn lê tê texmînkirin ku esil iraqî be, ji ber ku di beşê penaberên iraqê de hate dîtin.
Bi vê yekê, ji destpêka îsal û heta niha li Kampa Holê 18 kes hatine kuştin, di nav de jin û mêrên ji Sûriyê û Iraqê hene, her wiha 13 kesên din rastî hewldanên kuştinê hatine û birîndar bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin