Yekîtiya Ewrûpayê gaveke din dijî Rûsyeyê avêt

Yekîtiya Ewrûpayê dorpêçên xwe dijî Rûsyeyê dijwartir dike.
کوردستان TV
100%

Vê hawirde kirina petrola Rûsî kêm bike.

Yekîtiya Ewrûpayê daxuyaniyek weşandiye û têde behsa vê yekê hatiye kirin ku bi mebesta kêm kirina çavkaniyên dahatê yên Rûsî û herwiha şidandina dorpêçên ser Rûsyeyê, biryar hatiye dayîn daku welatên endam di nava YE de hawirde kirina petrola Rûsî kêm bikin.

Li gor rêkeftina navbera endamên YE vê du beşên petrola hawirde kirî ya Rûsî ji 3 beşên hawirde kirî were kêm kirin û YE tenê 1 beş petrolê ji Rûsyeyê hawirde dike.

Li gor biryarê eger heta niha YE salane sedî 90 petrol hawirde kiribe, ji niha û şûnde tenê dikare salane sedî 30 petrolê ji Rûsyeyê hawirde bike.

Weke tê zanîn jiber şerê navbera Rûsye û Ukraynayê Amerîk, YE û gelek welatên cîhanê dorpêçên gelek dijwar li ser Rûsyeyê danîne.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.