Ev projeyeke mezine bi navê Siûdiyeya kesk û Rojhilata Navîn ya kesk.
Hikûmeta Siûdiyeyê duhê duşem ragihand ku dest bi cîhbicîh kirina projeyeke mezin bi navê Siûdiyeya kesk û Rojhilata Navîn ya kesk kiriye.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Siûdiyeyê di çarçoveya vê projeya han de bo rûbirû bûna kêşeya biyaban bûnê, li seraserê welat vê zêdetir ji 100 miliyon dar werin çandin.
Gerînendeyê giştî yê vê projeya han Nezmî Nesir diyar kiriye ku duhê duşem bi fermî yekem dar hatiye çandin û proje bi fermî dest pê kiriye û têçûya giştî ya projeyê 186 miliyar dolare û bi cîhbicîh kirina vê projeya han 1.5 miliyon hektar ji eraziyên Siûdiyeyê ji biyaban bûnê tên rizgarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin