Li Helebê xwepîşandan li dijî Tirkiyeyê hate kirin

dibêjin Osmaniyên nû weke roviyan dixwazin warên me dagîr bikin.
کوردستان TV
100%

Xwepîşander dibêjin Tirkiye terorê belav dike.

Şêniyên bajarê Helebê li dijî Tirkiye û operasiyonên Tirkiyeyê yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û herwiha hebûna hêzên leşkerî yên Tirk li Sûriyeyê xwepîşandaneke mezin lidar xistin.

Xwepîşander bi qirîna diroşmeyên na bo terorê, li dijî rejîma Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê xwepîşandan kirin û ragihandin ku em li dijî operasiyonên Tirkiye û hebûna hêzên leşkerî yên Tirk li Sûriyeyê ne, jiber ku Tirkiye li wan deveran bi piştîvanî kirina komên tororîst, dixwaze aştiyê ji nav bibe û terorê belav bike.

Xwepîşander eşkere kirin ku Osmaniyên nû ku weke roviyanin dixwazên warên me dagîr bikin û em rê nadin dagîrkeriya wan.

Hemwextî xwepîşandana Helebê li Til Refetê jî bi heman mebestê xwepîşandan hate kirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.