Hêzên ewlekarî êrîşî ser xwepîşanderan dikin.
Duhê bişev li bajarê Abadanê ya li eyaleta Xûzistanê ya li Başûrê Îranê, jiber hilweşîna bînayekê û mirina zêdetir ji 14 kesan, xwepîşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Di xwepîşandanan de welatî diroşmeyên dijî Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê qiriyan lewre hêzên ewlekarî jî êrîşî ser welatiyan kirin û gule li ser welatiyan reşandin.
Hin jêder behsa vê yekê dikin ku hijmareke xelk hatiye kuştin û çend kesek jî birîndarin.
Ji aliyeke din ve piştî bûyerên li Abadanê, li tevahiya bajarên Xûzistanê bi heman awayî xwepîşandan hate kirin û hêzên ewlekarî û xelk êrîşî hev û du kirin.
Herwisa eşîrên Ereb yên li devera Mahşehir û Şadigan jî bo piştîvanî kirina xelkê Abadanê berê xwe dan vê bajarê û di navbera wan û hêzên ewlekarî de jî pevçûn qewmî.
Xelkê Abadan û eşîrên Ereb eşkere kirine ku eger tevahiya hêzên dagîrker û hêzên rejîmê ji bajarê wan dernekevin vê li dijî wan çekan bikar bînin.
Ji aliyeke din ve niha rejîm hêzeke gelek zêde şandiye eyaleta Xûzistanê bi taybetî bajarê Abadanê û rayedarên rejîmê jî dibêjin sedema vê yekê hevkarî kirina xelkê Abadanê ye.
Weke tê zanîn dawiya hefteya derbasbûyî li bajarê Abadanê jiber kemterxemiya rayedarên hikûmetê bînayeke 11 qatî hilweşî bû û di encam de zêdetir ji 14 kesan canê xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bibûn.
Ev di demekê de ye ku li gelek bajarên din yên Îranê jiber giranî, bêkarî û qirîza darayî xwepîşandanên girseyî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin