Di nava 10 rojan de ev duyemîn êrîşe ku li dijî rayedarên spaha Pasdaran tê kirin.
Li gor çapemeniya Îranê duhê li eyaleta Xûzistanê ya li Başûrê Îranê, çekdarên nenas êrîşî ser jeneralekî spaha Pasdaran kirine.
Di encama êrîşa han de ev Jeneralê han û keseke din jî bi dijwarî birîndar bûne.
Weke tê zanîn destpêka hefteya derbasbûyî jî li Tehranê Fermandareke din yê spaha Pasdaran di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin