Têde gilî li Tirkiye kiriye û xwestiye pêşiya operasiyonê were girtin.
Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan beriya du rojan gefa vê yekê kiribû ku dema amdekariyên artêşa Tirkiyeyê xelas bibin vê li dijî Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyeyê dest bi operasiyoneke din bikin, wezareta derve ya Sûriyeyê jî dest bi liv û tevgerên xwe li dijî Tirkiyeyê kir.
Wezareta derve ya Sûriyeyê ragihand ku piştî gefên Erdogan, nameyek bo Netewên Yekgirtî û civata ewlekariya NY şandine.
Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Sûriyeyê, di nameyê de daxwaz ji civata ewlekariyê hatiye kirin daku operasiyonên Tirkiyeyê bi derqanûnî bilêv bike û pêşiya lidarxistina operasiyonên nû bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin