Li bajarê Qers erd spî bûye.
Di çarçoveya pêla serma û seqemê de yaku hin deverên Bakûrê Kurdistanê daye berxwe, li bajarê Qersê berf dibare û niha keş û hewa li Qersê weke zistanê ye.
Erd spî bûye, astengî bo hatûçûya welatiyan çê bûne.
Ev du roje li Qers û gundên derdorê berf dibare û şêniyên vê navçeya Bakûrê Kurdistanê jî ecîbmayîne jiber ku ev cara yekeme ku di dawiya meha Gulanê de berfeke wisa bibare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin