Îran jî balyozê Yûnanê vexwandiye wezareta derve.
Çapemeniya Yûnanê belav kir ku, li ser daxwaza Amerîkayê di 15ê vê mehê de li peravên Yûnanê, keştiyeke Rûsî yaku têde petrola qaçax ya Îranê hebû girtine û dest daniye ser petrola han.
Çapemeniya Yûnanê eşkere kiriye ku hêzên Yûnanê li ser daxwaza Amerîkayê û di çarçoveyê şerê dijî qaçaxçîtî û spî kirina pereyên reş dest danîne ser keştiya Rûsî yaku têde petrola qaçax ya Îranê hebûye.
Hate zanîn duhê jî Îran balyozê Yûnanê yê li Tehranê bo gehandina peyama dilgiranî û narezatiya Îranî, vexwandiye bo wezareta derve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin