Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din ên herêmê bicivin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, îro Çarşembê 25ê Gulanê şandeke Komîteya Ewlehî û Berevanî ya Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê gihîştin Hewlêra paytext û biryar wiha ye ku endamên şandê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din ên herêmê bicivin.”
Derbarê armanca serdanê de, Dilawer Ajgeyî got, “Armanca wan ev e ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa ewehiyê ya Herêma Kurdistanê bibin, bi taybetî rewşa sînorê Şingalê, çimku ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo Ewrûpayê giring e.”
Şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewrûapyê ji 7 parlamenteran pêk hatiye Nathalie Loiseau serokatiya wê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin