Amerîka li ser operasyoneka nû li dijî Rojava hişyarî da Tirkiyê

Erdogan gotibû dema artêşa Tirkiyeyê amadekariyên xwe xelas bike operasiyonê dikin.
کوردستان TV
100%

Wezareta Derve ya Amerîka hişyarî da Tirkiyê û ragehand, her êriş û operasyonek li dijî Rojavayê Kurdistanê dê ewlehiya serbazên wan û xebatên hêzên hevpeyman li dijî DIŞIê bixe metirsiyê.

Piştî ku Serkkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan gefa wê yekê xwar dê operasyoneke din li dijî Rojavayê Kurdistanê bidin destpêkirin, berdevkê wezareta derve ya Amerîka Ned Price bersiva wî da.

Ned Price hişyarî da Tirkiyê û ragehand, ew ji zêdebûna êriş û çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) û bandora wê li ser xelkê sivîl pir nîgeran in.

Price hişyarî da û got, her êriş û operasyoneka nû dê ewlehiya serbazên Amerîka û xebatên hêzên hevpeyman li dijî DIŞIê bixe metirsiyê ji ber wê jî bila agirbesta ku niha li wê deverê heye, were parastin.

Ji aliyeke din ve duhê jî HSDê diyar kiribû ku ev xwe bo bersif dana her cure êrîş û operasiyonekê amade kiriye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.