Vê Rûsye du beşên navendeke etomî ya Îranê ava bike.
Li gor çapemeniya Îranê, têkiliyên navbera Rûsye û Îranê di baştirîn serdema xwe dene û her du alî li ser berfiretir û bihzêtir kirina têkiliyên han lihev kirine.
Her di vê warî de wezîrê petrolê yê Îranê li gel Cîgirê Serokwezîrê Rûsyeyê civiyaye û di civînê de her du alî behsa bihêztir kirina têkiliyên navebra Rûsye û Îranê bi taybetî di warê enerjî, abûrî û bazirganî de kirine.
Her di heman civînê de her du alî li ser vê yekê lihev kirine ku Rûsye du beşên nû li navenda etomî ya Îranê ya li Bûşehirê ava bike.
Çapemeniya Îranê jî diyar kiriye ku jiber mezinatiya wan her du beşan weke du projeyên girîng, Îran pêdiviya xwe bi çavkaniya darayî heye lewre daxwaz ji Rûsyeyê kiriye ku di vê warî de sermayegozarî bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin