Komeke heşda şebî berpirsiyartiya êrîşa Başîkê li xwe girt

di encama êrîşa duhê bişev de kuştî û birîndarên Tirkiyeyê hene.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê hatibû kirin.

Piştî ku duhê bişev bi balefirên bêpîlot êrîşî ser navenda leşkerî ya Zilêkanê ya li Başîkê ku hêzên Tirkî têde dimînin hate kirin, îro komeke ser bi heşda şebî derbarê êrîşê de daxuyaniyek weşand.

Koma Ehrar Sencar ya ser bi heşda şebî di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku ev êrîş ji aliyê me ve hatiye pêkanîn û me bi du balefirên bêpîlot ev êrîş pêk aniye.

Weke tê zanîn duhê bişev êrîş pêk hatiye û di encam de zirarên canî û madî li kempa Zilêkan ya artêşa Tirkiyeyê de çê bibibûn.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.