Rûsye gaza diçe Fenlendayê qut kir

NATO daxwaza Fenlenda û Swêdê bo endamtiyê qebûl kiriye û Rûsye jî bertek nîşan dide.
کوردستان TV
100%

Jiber endamtiya Fenlenda û Swêdê li NATO Rûsye ev gav avêtiye.

Îro kompaniya nîştimanî ya dabîn kirina sûtemenî û gazê ya Fenlendayê ragihand ku bi biryara Serokê Rûsyeyê hinartina gazê ji Rûsyeyê bo welatên Îskendînaviya bi taybetî bo Fenledayê hatiye rawestandin.

Di daxuyaniya vê kompaniya Fenlendî de hatiye diyarkirin ku hikûmeta vê welatî bo dabîn kirina gazê biryar daye bi rêya termînaleke gerok ji Estonyayê û bi rêya Balticconnector hewl bo dabîn kirina pêdiviyên welat bi gazê dide.

Weke tê zanîn Rûsye beriya niha jî gef li Swêd û Fenlendayê kiribû ku eger bibin endamên NATO vê êrîşî ser wan jî bike.

Ev di demeke deye ku şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê yaku jiber NATOyê destpê kiribû, hîn jî didome.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.