Îran amadeye bê şert û merc rêkeftinê bike

dibêje Rêberê Îranê gotiye bêmerc amaden daku rêkeftineke nû îmze bikin.
کوردستان TV
100%

Qeter dibêje Îran amadeye li ser bernameya etomî rêkeftinek îmze bike.

Danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê li ser bernameya etomiya Îranê bêencam man û Îran welatên Rojavayî û welatên Rojavayî jî Îranê tawanbar dikin.

Jiber bê encamiya danûstandinan, welatên Rojavayî amadekarî bo senariyoyên nû li dijî Îranê dikin.

Di vê çarçoveyê de duhê şemî, wezîrê derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Alsanî ragihand ku Îran ji wan re gotiye ku amadeye bêmerc li dor bernameya etomî li gel Rojavayiyan rêkeftineke nû bike.

Wezîrê derve yê Qeterê ji kanala Cezîre re diyar kiriye ku Rêberê Îranê amadebûna xwe ya bo îmze kirina rêkeftineke nû ya bêmerc li gel welatên Rojavayî diyar kiriye.

Weke tê zanîn di gera dawî ya danûstandinan de Îran gotibû lazime spah û spaha Qudis ji lîsteya terorê werin derxistin lê welatên Rojavayî ev daxwaza Îranê red kiribûn û ragihandibûn ku vê spah û spaha qudis di nava lîsteya terorê de bimînin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.