Amerîka behsa avêtina Tirkiyeyê ji NATO dike

artêşa Amerîkayê behsa derxistina Tirkiyeyê ji NATOyê dike.
کوردستان TV
100%

Lêkolînvanekî ser bi artêşa Amerîkayê dibêje mimkune Tirkiye ji NATO were avêtin.

Aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê berdewamin û niha jiber endam bûna Swêd û Fenlendayê jî aloziyeke nû ketiye navbera Tirkiye û Amerîkayê.

Tirkiye li dijî endam bûna Swêd û Fenlendayê ye û Amerîka jî biîsrare ku ev her du welat lazime bilez bibin endamên NATO.

Ev qirîza han di navbera Tirkiye û Amerîkayê de didome û di vê derbarê de kanala TVP world ya Amerîkî belav kir ku, niha di nava wezareta berevanî ya Amerîka û artêşa vê welatî de giftûgo li ser cemdandina endamtiya Tirkiyeyê anjî avêtina bi temamî ya Tirkiyeyê ji NATO tê kirin.

Her di vê derbarê de lêkolînvanekî ser bi artêşa Amerîkayê diyar kiriye ku eger Tirkiye helwesta xwe bidomîne vê demê vê ji NATO were avêtin.

Duhê jî hikûmeta Amerîkayê diyar kiribû ku mijara endam bûna Swêd û Fenlendayê tu têkiliyeke xwe bi aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê re tuneye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.