Rejîma Îranê tê hayedar kirin

heta niha çend xwepîşander ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Dibêjin ev tundûtîjî rewşê aloztir bike.

Li gel berdewam bûna xwepîşandanên li Îranê, zêdetir ji 500 çalakvanên siyasî û medenî yên Îranî huşdariyeke tund dane rejîm û rayedarên Îranê.

Ev çalakvanên Îranî di daxuyaniyeke hevbeş de ji rejîm û rayedarên rejîmê re ragihandine ku lazime nizîkatiyên baş li hember ev xelkê ku jiber qirîza giranî, bêkarî, darayî û nedarî dest bi xwepîşandanê kiriye were kirin beruvajî bikar anîna hêz û tundiyê li dijî xelkê rewşê aloztir dike û vê Îran rastî kêşe û aloziyên metirsîdartir bibe.

Weke tê zanîn ev du hefteye li Îranê xwepîşandanên girseyî hene û heta niha çend xwepîşander jî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.