Doz li dijî 7 parlementerên HDP hate vekirin

duhê jî wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê gef li wan parlementeran kiribû.
کوردستان TV
100%

Di merasîma veşartina cenazeya Siyasetmedara Kurd de êrîşî ser polîs kirine.

Parêzgariya Dêrsîmê ragihand, ji ber bûyerên di cenazeya siyasetmedara Kurd Aysel Dogan de qewimîne, parlamenterê Dêrsimê Elîcan Onlu jî di nav de derbarê 7 parlamenterê HDPê de gilî tomar kirine.

Merasîma cenazeyê siyasetmedara Kurd Aysel Dogan ku 14ê Gulanê ji Almanyayê şandin Dêrsimê bi astengiya polîsan re rûbirû mabû. Polîsan bi ava şid û tund êrişî merasîmê kiribûn. Tevî hemû astengiyan jî xelkê Dêrsimê û parlamenterên HDPê û malbatê cenaze li Goristana Asrî ya Dêrsimê veşartin.

Ji aliyeke din ve duhê jî wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê gef li wan parlementeran bi taybetî Elîcan Onlu kiribû û ragihandibû ku ev parlementer terorîste.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.