Ev navenda han navenda çê kirin û pêşde birina mûşekên balîstîkî bûye.
Artêşa Îsraîlê dêmenên navendeke leşkerî ya girîng ya rejîma Sûriyeyê belav kir û ragihand ku ev navenda han yaku li herêma Mîsafe, cîhê çê kirin û pêşde birina mûşekên balîstîkî yên rejîma Sûriyeyê ye û têde pisporên Îranî û Sûrî dixebitîn.
Artêşa Îsraîlê eşkere kiriye ku roja înê balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser vê navenda han kirine û sê tonelên sereke û bînayên berderiyên tonelan ji nav birine.
Heta niha ne Îran û ne jî rejîma Sûriyeyê di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin