Îro danê sibê li Hewlêrê xwelîbarîne.
Ev pêla dijwar ya xwelîbarînê yaku ev çend roj bû li Başûr û naverasta Îraqê bû, îro danê sibê gehêşte Hewlêrê.
Her çend dijwariya xwelîbarînê ne weke ya başûr û naverasta Îraqê be jî lê dîsa astengiyan bo jiyanê çê dike.
Tê payîn ku roja çarşemê dawî bi pêla han were.
Tendirostiya Hewlêrê beriya niha baldarî dabû xelkê daku pêbendî rêkarên tendirostî bin û eger neçar nebin ji malên xwe dernekevin.
Jiber ev pêla han li Silêmanî, Kerkûk û çend bajarên din bi dehan kes rewşa wan ya tendirostî têkçû û bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Ev pêla xwelîbarînê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî daye berxwe û îro li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jiber xwelîbarînê debistan hatine daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin