Ev navenda han navenda pêgehandina cîhadiyane.
Ev çend roje gengeşeyên taybet bi serdana Serokê CHPê ya bo berdem navenda pêgehandin û pir çek kirina komên çekdar yên radîkal SADAT berdewame.
Opozîsyona Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku Serokê CHP çend belge di destê wî de hene ku Erdogan dixwaze bi rêya SADAT û komên çekdar yên SADAT ewlekariya hilbijartinan bixe metirsiyê, lewre Serokê CHPê bo hayedar kirina raya giştî ev serdana han pêk aniye.
Ji aliyeke din ve parlementerên CHPê raportek amade kirin ku hikûmet di nava kêmtir ji 2 salan de bi giştî 110 tender (îhale) daye SADAT û komên ser bi SADATê ku pereya wan îhaleyan jî zêdetir ji 500 miliyon lîreyên Tirkiyeyê ye.
Parlementerên CHPê herwiha eşkere kirine ku ji wezareta tendirostî û perwerdehiyê bigire heta digehêje dezgehên din yên fermî, ewlekariya dewletê radestî komên ser bi SADATê hatiye kirin û niha ji sedî 74ê dezgehên dewletê ji aliyê SADATê ve têne parastin.
Beriya niha jî opozîsyona Tirkiyeyê ragihandibû ku SADAT hêzeke veşartî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogane û ev hêza han bûye alternatîfa artêş û polîsê Tirkiyeyê û Erdogan dema bixwaze vê ev hêza han bikar bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin