Jiber xwelî barînê rewşa wan ya tendirostî têk çûye.
Birêveberatiya tendirostiya Kerkûkê ragihand ku îro duşem jiber ev pêla dijwar ya xwelî barînê ku ev bajar daye berxwe, gelek kes rastî bêhin tengiyê hatine.
Li gor daxuyaniya tendirostiya Kerkûkê tenê îro 138 kes ku xwelî barîn bandor li ser tendirostiya wan kiriye, serî li nexweşxaneyan dane û niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de daxwaz ji welatiyan hatiye kirin daku bo parastina selametiya xwe, pêbendî rêkarên tendirostiyê bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin