Jiber xwelî barînê hatiye daxistin.
Birêveberatiya balefirxaneya Silêmanî ragihand ku jiber ev pêla xwelî barînê, yaku herêma Kurdistanê bi taybetî Silêmanî daye ber xwe biryar hatiye dayîn daku tevahiya liv û tevgerên balefirxaneya Silêmanî werin rawestandin.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku liv û tevgerên balefirxaneyê bi awayeke demkî hatine rawestandin û dema xwelî barîn nemîne vê dîsa rewş normal bibe.
Weke tê zanîn jiber pêla xwelî barînê îro li başûr û naverasta Îraqê betlaniya fermî hatiye ragihandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin