Ji aliyê îtlaata Îranê ve hatine girtin.
Li gor ajansa fermî ya Îranê Îrna, du welatiyên Ewrûpayî ku hewl dane xelkê li dijî rejîma Îranê han bidin û xwepîşandanên xelkê bo xwepîşandanên dijî rejîmê biguherînin, ji aliyê îtlaata Îranê ve hatine girtin.
Çavkaniyê nav û nasnameya wan du welatiyan belav nekiriye lê diyar kiriye ku îtlaat gotiye, ev her du welatî dema ku derbasî Îranê bûne û heta dema ku hatine girtin, bi tundî dibin çavdêriya îtlaatê de bûne û tevahiya hevdîtinên wan yên veşartî û armancên wan hatine tomarkirin.
Îtlaatê herwiha eşkere kiriye ku ev du welatiyên Ewrûpî kar li ser vê yekê kirine ku xwepîşandanên heyî yên li Îranê biguherînin bo xwepîşandanên dijî rejîma Îranê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin