Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Mamosteyan dike

Mesrûr Barzanî dibêje lazime xizmeteke zêdetir pêşkêşî Mamosteyan were kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Mamoste di xebata gelê Kurdistanê de xwedan roleke girîngin.

Bi minasebeta 60mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyamê ye;

Bi minasebeta 60mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Serok û endamên mekteba Sekretariyet û tevahiya Mamosteyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

Mamosteyên Kurdistanê di pêvajoyên curbicur  yên xebata gelê Kurdistanê de heta îro roleke diyar û berçav û pêşneg bo berevanî kirin ji mafên reva yên xelkê Kurdistanê û pêgehandina nibşên nû û hişiyar kirina civakê lîstine, jiber vê çendê bi rêzdarî ve xebat û têkoşîn û rola tevahiya Mamosteyên Kurdistanê di gehandina peyama pîroz ya perwerde û hîn kirinê de bibîr tînin.

Mamoste dikarin bi rêya perwerdeyeke rast û pêşkeftî, civakek tendirost ava bikin, civakek ku mirov û takên nîştimanperwer û dahêner pêbigehîne dikare beşek be ji prosesa pêşxistin û geşe pêdana Kurdistanê.

Spasiya Mamosteyên Kurdistanê dikim ku rixmî ev rewşa nebaş û dijar, lê bo domandina prosesa xwendinê hewlên xwe bi tevger kirin, hêvî dikim hikûmeta herêma Kurdistanê bi hevkariya tevahiya aliyan bikarêbe xizmeteke zêdetir û hêjatir pêşkêşî Mamosteyên Kurdistanê bike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.