Ji tirsa xwepîşandanan hêzên zêde ketine amadebaşiyê.
Li gor çapemeniya opozîsyona Îranê jiber destpê kirina xwepîşandanên xelkê Îranê li dijî qirîza darayî, bêkarî û giranî, li gelek bajaran, rejîma Îranê jî bi tundî êrîşî ser xelkê xwepîşander dike.
Her di vê çarçoveyê de hate zanîn ku rejîma Îranê hêzên antî şoreş, hêzên komando, artêş, spah û Besîc xistiye tevgerê û di nava bajaran de ev hêzên han xistiye amadebaşiyê de.
Ji aliyeke din ve duhê Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî diyar kiribû ku îtlaat diz, mafiya û tawanbarên ceza kirî pir çek kiriye û wan li dijî xwepîşanderan bikar tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin