Îran welatiyekî Swêdî îdam dike

Îran dibêje nav hatî bo Îsraîlê sîxorî kiriye.
کوردستان TV
100%

Vê dawiya vê mehê were îdamkirin.

Peyvdarê wezareta dad ya Îranê Zebîhula Xwedayiyan ragihand ku welatiyê Îranî Swêdî bi navê Ehmed Reza Celalî ku çend sale hatiye girtin, vê were îdamkirin û dadgehê jî biryara îdam kirinê daye û ev biryara han di dawiya vê mehê de were cîhbicîhkirin.

Zebîhulah Xwedayiyan eşkere kir ku, biryara îdam kirina nav hatî ti têkiliyeke xwe bi darizandina berpirsê berê yê girtîgeha Ewînê ya li Tehranê Hemîd Nûrî re tuneye ku niha li Swêdê tê darizandin.

Elîreza Celalî beriya 4 salan ji aliyê Îranê ve bi hinceta hevkarî kirina Îsraîlê û hewldan li dijî rejîma Îranê hatibû girtin.

Ji aliyeke din ve hin alî û derdor qala vê yekê dikin ku Îranê bi zanebûn ev biryara han daye û dixwaze bi vê rengî zextê li Swêdê bike daku dawî bi darizandina Hemîd Nûrî bikujê xelkê Îranê bi taybetî girtiyên siyasî bîne.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.