Îran rexne li Tirkiyeyê dike

dibêje Tirkiye gotiye em tenê li deverên çiyayê bendavan çê dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em qebûl nakin ku Tirkiye bendavan ava bike.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan di gotareke xwe de li parlementoyê, bersifa pirseke parlementerê bajarê Mehabadê ya li dor ava kirina bendavan ji aliyê Tirkiyeyê ve di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê de da.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan eşkere kiriye ku Îran heta niha sê caran baldarî daye Tirkiyeyê ku nabe pêşî ji hatina avê bo wan deveran bigire û Îran qebûl nake ku Tirkiye li deverê de bendavan çê bike û çê kirina wan bendavan bibe sedema gehandina ziraran bi Îran û deverê.

Nav hatî eşkere kiriye ku heta niha sê caran li gel wezîrê derve yê Tirkiyeyê li ser vê mijarê peyviye û wezîrê derve jî jê re gotiye ku Tirkiye tenê li deverên çiyayî wan bendavan çê dike û Tirkiye pêdiviyeke xwe bi avê tuneye, zistanan avê kom dike û havînan jî avê berdide û Tirkiye tenê bi mebesta çê kirina elektirîkê bendavan çê dike û ti mebesteke din ya Tirkiyeyê ji vê yekê tuneye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.